• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan canê xwe ji dest dane

Gulan Media December 17, 2021 Nûçe
Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan canê xwe ji dest dane

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji ber barîna baraneke zêde lehî rabûye û Parêzgarê Hewlêrê jî dibêje, li gor zanyariyên gihîştine wan heta niha 7 kesan ji ber lehiyê û kesekî jî bi sedema birûskê jiyana xwe ji dest daye, lê hêj hejmareke dirist li ber dest nîne.

Ji şevê din ve barîna baraneke bihêz li sînorê parêzgeha Hewlêrê destpê kiriye û ji ber wê yekê lehî rabûye û bûye sedema gelek zirarên canî û darayî.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro beşdarî bultena demjimêr 08:00 a Rûdaw TV bû û derbarê lehiya li bajarê Hewlêrê agahî dan. Omêd Xoşnaw ragihand, ji malbateke niştecihê nahyeya Daretû 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, li derveyî Daretû jî 2 kes, li nahyeya Qoştepe zarokekî jiyana xwe ji dest daye û li nahyeya Şemame jî kesekî bi birûskê jiyana xwe ji dest daye.

Xoşnaw herwiha got, em dikarin bêjin piştî demjimêr 07:00 vê sibehiyê metirsî nemaye.

Pêştir Parêzgeha Hewlêrê di peyamekê de ragihandibû, Mixabin nêzî demjimêr 04:00ê sibehî lehî li gelek cihên sînorê parêzgeha Hewlêrê rabûye û ew cihên ku bandora lehiyan li ser e, rêya hatin û çûna tîman jî li wan deran hêsan nîne.

Omêd Xoşnaw diyar kiribû, ku hemû tîmên wan dest bi xebatê kirine û daxwaz ji xelkê kiribû, ku alîkariyê bikin.

 

Rudaw

Top