• Wednesday, 25 February 2026
logo

Dolar li hêviya sersalê jî nema – 15 lîre derbas kir!

Gulan Media December 16, 2021 Nûçe
Dolar li hêviya sersalê jî nema – 15 lîre derbas kir!

Nirxa diravê Tirkiyê li hember diravên biyanî bi taybet dolar dîsa daket û her dolarekî 15 lîre derbas kir.

Ev demek e rewşa aboriya Tirkiyê roj bi roj xirabtir dibe.Nirxa diravê wî welatî li hember diravên biyanî bi taybet dolar rojane dadikeve û herî dawî nirxa her dolarekî gihîşt 15.20 lîreyan lê dîsa vê sibehê daket 15 lîreyan.

Ev daketina nirxa lîre di demekî de ye ku tê gotin banka navendî ya Tirkiyê dê îro biryarek nû li ser sûda bankî bide.

Çend roj berê pisporên aborî pêşbîniya wê yekê kiribûn ku sersalê dê nirxa her dolarekî bibe 15 lîreyan lê wisa xuya dike rewş ji kontrolê derketiye û hîn du hefte mane bo sersalê, dolar 15 lîre jî derbas kir.

 

 

Basnews

Top