• Wednesday, 25 February 2026
logo

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 11 hezar parselên erd tê dabeş kirin

Gulan Media December 15, 2021 Nûçe
Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 11 hezar parselên erd tê dabeş kirin

Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê li gel Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekarî dikin ji bo dabeş kirina 11 hezar parselên erd li ser kesûkarên serbilind ên şehîd û enfalbûyan û girtiyên siyasî, ku di heyama borî de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve biryara wê hatibû dayîn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Şaredariyê îro 14.12.2021ê li dîwana wezaretê Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî û Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalbûyan Ebdula Hacî Mehmûd civiyane.

Amaje bi wê yekê hate kirin ku armanca wê hevdîtina navbera wezareta Şaredarî û Geştûguzarê û Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan gotûbêj kirina li ser mekanîzma û çawaniyên bilez ên ji bo cîhbicîh kirina fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya dabeş kirina zêdetir ji 11 hezar parselên erd li ser kesûkarên serbilind ên şehîd û enfalbûyî û girtiyên siyasî bûye ku berî naha serokê hikûmetê biryar li ser dabû, li seranserê herêma Kurdistanê bê dabeş kirin û naha jî ew biryar dikeve warê cîhbicîh kirinê de.

Daxuyaniyê de hat gotin, di civînê de bi hûrgilî gotûbêja çawaniya cîhbicîh kirina biryarê hatiye kirin, ku demek kurt de bikeve warê cîhbicîh kirin û ji bo wê jî hemû tedbîrên cîhbicîh kirina biryarê ji aliyê herdu wezaret û aliyên pêwendîdar ve dê bên pêkanîn û demekî kurt de ew 11 hezar parselên erd li ser kesûkarên şehîd, enfalbû û girtiyên siyasî yên li seranserê herêma Kurdistanê bên dabeş kirin.

 

Basnews

Top