Keça êzîdî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye bi hunerê êşên xwe tîne ziman
Keçikek êzîdî ku nêzîkî 3.5 salan di destê DAIŞê de maye, bi çêkirina wêne û kişandina nîgeran êş û azarên xwe tîne ziman.
Keça êzîdî ya bi navê Firyal Saîb, ku havîna sala 2014 ji aliyê terorîstên DAIŞê ve ligel hezaran keç û jinên din yên êzîdî hatibû revandin, ji BasNewsê re got, ez 3 sal û 5 mehan di destê terorîstên DAIŞê de mam û sala 2017 hatim rizgarkirin.
Firyal Saîb her wiha got, ez hingê zarok bûm. Tevahiya endamên malbata min jî hatin revandin, hîn qedera 8 mirovên me ne diyar e.
Wê keça êzîdî da zanîn jî, wan gelekî nexweşî û êş dîtine û got, em nikarin her tiştên nav dilê xwe de ji mirovên derdora xwe re bêjin ji ber wê jî em bi rêyên din wan tiştan tînin ziman. Yek ji wan rêyan huner e.
Firyalê behsa xebatên xwe yên hunerî jî kir û got, ez û komek hevalên xwe li navenda çareserî û piştevaniya keç û jinên êzîdî kom dibin û bi kişandin û çêkirina wêne û tabloyan êşên dilê xwe tînin ziman.
Di tablo û wêneyên Firyalê de êş, tenêbûn, bêdengî, hêvî, bê hêvîtî û azar bi zelalî tên dîtin.
Basnews
