• Wednesday, 25 February 2026
logo

Kurdistan xwe bo rûbirû bûna Omîcron amade dike

Gulan Media December 14, 2021 Nûçe
Kurdistan xwe bo rûbirû bûna Omîcron amade dike

heta niha bi giştî 12 hezar kes canê xwe ji dest dane.
Wezîrê tendirostî dibêje me rêkarên pêwîst girtine ber.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî di presskonferansekê de diyar kir ku, jiber rêkarên xweparêziyê û şîretên tendirostî û pêbendiya xelkê bi wan rêkaran, niha heta astek hijmara pêketiyên rojane yên Koronayê kêm bûye.

Saman Barzencî derbarê Omîcronê de eşkere kir ku, heta niha li Kurdistanê de ti haleteke Omîcronê nehatiye tomarkirin û Kurdistan jî bo rûbirû bûna Omîcronê xwe amade kiriye.

Nav hatî diyar kir ku, rêjeya vaksîne kirinê beriya niha baş bû lê ne di vê astê deye ku em dixwazin.

Berzencî tekez li ser vê yekê kir ku, li Kurdistanê de bi giştî 378  hezar û 345 kes bi Koronayê ketine û 7 hezar û 12 kes jî canê xwe ji dest dane.

Top