Wezareta Koç û Koçberan: Zêdeyî 4 hezar koçber li ser sînorê Belarusê mane
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê dibêje, ji bo vegerandina koçberan, şandeke Iraqê serdana Poland û Lîtwanya kiriye, aşkere jî dike heya niha zêdetir ji 4 hezar koçberên Iraqî li ser sînorê Poland û Belarusê mane.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, Elî Ebas ji Rûdawê re ragihand, heya niha hejmarek koçberên Iraqê li sînorê di navbera Belarus û Polenda de mane lê ji ber ku ji hev veqetandî ne, hejmara wan ya rasteqîne nayê zanîn, ji ber ku bê agadariyqa fermî ji Iraqê derketine, herweha ne li kampeke destnîşankirî ne jî ji bo ku hejmara wan bi dirustî bê zanîn.
Ev yek di demekê de ye ku wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayiq ragihandiye, heya niha zêdetir ji 4 hezar koçberên Iraqî li ser sînorê Polenda û Belarusê mane, piraniya wan jî ne amade ne vegerin Iraqê.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan dibîje, şandek çûye Poland û Lîtwanyayê û komîteyeke hevbeş hatiye pêkanîn ji bo hêsankariyên bo vegera koçberan. Prose jî dê berdewam bibe.
Li aliyekî din, hewldanên Wezareta Derve ya Iraqê ji bo vegerandina wan koçberên Iraqî berdewam in ku bi xwe dixwazin vegerin welat, ji bo wê yekê jî balyozxaneyên Iraqê yên li Moskow û Warsaw hewl didin alîkariyên mirovî pêşkêş bikin û navên kesan tomar bikin û pasportan bidin wan kesên ku dixwazin vegerin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf dibêje, heya niha di rêya 9 geştên esmanî re, 3 hezar û 556 koçberên Iraqî bi rizaya dilê xwe ji Belarusê vegeriyane Hewlêr û Bexdayê.
Herî dawî îniya bihorî geşteke vegerandina koçberên Iraqî ji Belarusê bo Hewlêr û Bexdayê hatibû pêkanîn.
Zêdeyî mehekê ye ku bi hezaran koçber ku beşeke zêde ji wan Iraqî û Kurd in, li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane û di rewşeke gelek dijwar de dijîn. Ji ber rewşa xirab a jiyana wan, heya niha 10 koçberan li ser sînor jiyana xwe ji dest dane.
Ew koçber dixwazin di rêya Belarusê re xwe bigihînin Polandê û ji wir ve jî derbasî nav sînorê Yekîtiya Ewropayê bibin.
Rudaw
