Keçikek Hindî bû şaciwana gerdûnê
Şaciwana Hindî Harnaz Sandhu wek Şaciwana Gerdûnê ya sala 2021ê hat destnîşankirin.
Di pêşbirka Şaciwana Gerdûnê de ku li bajarê Eilat yê Îsraîl hat lidarxistin, Şaciwan Hindî Harnaz Sandu wek Şaciwana Gerdûnê hat hilbijatin.
Pêşbirka îsal rastî gelek fişaran hat, ji aliyekî ve hin beşdaran ji bo piştgiriya doza Filistînê baykot kirin û ji aliyekî din ve belavbûna vîrûsa Omicronê.
Wezareta Werziş, Çand û Hunerê ya Afrîkaya Başûr jî bi hinceta "hovîtîya ku Îsraîl li dijî Filistîniyan dike" ji şacwana welatê xwe xwastibû ku neçe Eilatê.
Ev bangawazî wek karvedanek ji bangewaziya çalakvanên Filistînî re hat ku ji şaciwanan xwastin beşdariyê di vê pêşbirkê de nekin.
Ji aliyê xwe ve, Şaciwana sala borî Şaciwana Meksîkî Andrea Meza meha borî di hevpeyvînekê ligel “AFP” de ragihand, divê ev pêşbirk ji siyasetê dûr be.
Andrea Meza got jî: “Pêşbirka Şaciwaniyê, ne tevgerek siyasî û olî ye. Ew li ser jinê û tiştê ku ew dikare pêşkêş bike ye.”
Endonezya û Malezya ku piraniya wan misilman in û têkiliyên wan ên dîplomatîk bi Îsraîlê re nînin, beşdarî pêşbirkê nebûn, lê wan diyar kir ku ji ber Covid-19 ye.
Basnews
