• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Pîranşarê komek bazirganên kurd di çiyê de ketin – Mirî û birîndar hene

Gulan Media December 13, 2021 Nûçe
Li Pîranşarê komek bazirganên kurd di çiyê de ketin – Mirî û birîndar hene

 Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê komek bazirganên kurd ji ber êrişa pasdarên Îranê di çiyê de ketin û herî kêm yek ji wan canê xwe ji dest da.

Derengiya şeva borî derdora demjimêr 02.00, li devera sînorî ya Zewiyan ya Pîranşarê ku nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye, 4 bazirganên kurd ku dixwastin celebek pez derbasî Başûr bikin, rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, ew bazirganên kurd neçar man rêya xwe biguherînin lê ji ber berf û sermayê rêya xwe wenda kirin û di çiyê de ketin.

Di wê rûdanê de yek ji wan bi navê Qadir Baz canê xwe ji dest da û yên din jî birîndar bûn.

Tê gotin ku helîkoptera heyva sora ya Îranê hewla rizgarkirina wan daye lê bi behaneya cihê danînê dîsa vegeriyaye. Ji ber wê jî xelkê gundên derdorê û koma çiyavaniya Helgord ew bazirgan rizgar kirine û ji çiyê anîne xwarê.

Navê wî bazirganê ku miriye, Qadir Baz û xelkê gundê Taze Qela yê Pîranşarê bûye.

Yên birîndar jî ev in: Elî Kose xelkê gundê Tirkeş û Husên Şêwemerî xelkê gundê Şêwemer. Nasnameya yê din jî hîn nehatiye zanîn.

 

 

Basnews

Top