Li Şirnexê jinek hat kuştin
Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, jinek ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin.
Bûyer roja Yekşemê 12ê Kanûna 2021an li taxa Bahçelievler li Kolana Nûjîn a Şirnexê qewimiye.
Li gor zanyariyan, li wê taxê kesê bi navê M.B. yê 35 salî çûye mala hevjîna xwe ya berê Ozlem Çopur a 32 salî û ew daye ber kêran û birîndar kiriye.
Ozlem Çopur bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat veguhestin, lê tevî hemû hewldanên pizîşkan, ji ber dijwariya birînan canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyan, kujer M.B. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û bo Rêveberiya Ewlekariyê ya bajêr hatiye veguhastin.
Rudaw
