Demirtaş: Li Tirkiyê pêvajoya guherînê destpê kiriye
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ragihand ku “Li Tirkiyê pêvajoya guherînê destpê kiriye û di siberoja Tirkiyê de cihê AKP-MHPê nîne.” Selahattin Demirtaş li girtîgeha Edîrneyê bi rêya parêzerê xwe bersiva pirsên Medyascope da.
Demirtaş derbarê siyaseta Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li hember Kurdan de got, “Bi rastî min eleqeder nake, ka Erdogan çi dike yan nake. Em li tiştên ku em dê bikin dinêrin. Kurd jî piçekî meraq nakin ka Erdogan çi dibêje yan çi dike. Kiryarên wî yên salên dawî ji bo nirxandinê bes in û zêde ne. Piştî hewqas zilm, zext, gef, heqaret, qeyyûm, operasyon û girtinan çaverê dikin ku Kurd berê xwe bidin AKP û MHPê? Bersiv dayinê vê bo min şermazarî ye û bo Kurdan heqaret e. Tişta bû, bû. Veger û lêborîn û cirma vê nîne. Kurd heta di siyasetê de bi heman awayî berdêlên wê bi wan nedin dayîn, nikarin li ser rêya xwe berdewam bin.”
Li gor Demirtaş, li Tirkiyê guherînê destpê kiriye û pêwîst e hem HDP û hem jî Kurd pêşengiya vê guherînê bikin û dibêje: “Divê hemû kes dest ji siyaseta li gor kevneşopî û şablonên berê berde. Heyameke nû destpê dike û em neçar in şêwazê siyaseteke proaktîf ku hemû kes qezenc bike bimeşînin. Pêwîst e dest ji zimanê gilî, mexdûr û alîkarî xwestinê bê berdan û hemû kes bi mîsyona damezrandina desthilatê û xwebaweriyê tevbigere. Di Tirkiyeya siberojê de AKP-MHP nînin, ew qediyan. Êdî niha ji bo avakirina nû dema hevkariya berfireh a hêzên demokrasiyê ye.”
Demirtaş derbarê axaftina Erdogan de ku gotibû, “Ez biryara Dadgeha Ewropa nas nakim” got: “Ji ber Erdogan rejîma xwe li ser bêdestûrî û bêhiqûqiyê ava dike, di vê nêzîkbûna wî de tiştekî ecêp nîne. Di sîstema nû ya eletewş de zilamê tekane bi xwe ketiye şûna hiqûqê. Serdestiya hiqûqê û rejîma Erdogan bi hev re nabin, eger yek hebe ya din nabe. Lê ev sîstem di Tirkiyeya îro de nayê meşandin. Hinek kes wiha dizanin Erdogan bi aqilane û bi plan tevdigere. Lê tekez ne wiha ye. Bêyî stratejiya rojane, bi hêrs û panîk tevdigere. Ew jî dizane nikare rewşê biguhere.”
Rudaw
