• Wednesday, 25 February 2026
logo

Omer Ocalan: Xebata li Stenbolê dê Kurdistanî be

Gulan Media December 13, 2021 Nûçe
Omer Ocalan: Xebata li Stenbolê dê Kurdistanî be

4emîn kongreya HDPê ya rêxistina Stenbolê, bi beşdariya Hevserokê HDPê Mithat Sancar û bi hezaran endam û alîgirên HDPê li salonekê çandî ya navçeya Kuçukmekceya Stenbolê birêve çû. Di encama kongreyê de hevserok û rêveberiya nû ya HDPê ya rêxistina Stenbolê hat hilbijartin. Parlamenterê berê yê HDPê Ferhat Encu û endama rêvberiya HDPê Îlknur Birol wek hevserokên nû yên şaxa Stenbolê hatin hilbijartin. Hevserokê HDPê Sancar, da zanîn ku divê li dijî polîtîkayên şerî ew wek hêzên aştî û demokrasiyê yekîtiyeke mezin ava bikin. Her wiha Hevserokê HDPê yê Rêxistina Stenbolê Ferhat Encu jî ji Rûdawê re da zanîn ku, ew ê di heyama nû de zêdetir siyaseta Kurdewarî ya HDPê li Stenbolê bicih bikin. Parlamenterê HDPê Omer Ocalan jî dibêje, “Êdî xebata li Stenbolê dê Kurdî û Kurdistanî be. Stenbol jî ji bo me Kurdistan e.”

Partiya Demokratîk a Gelan HDP, 4emîn kongreya xwe ya asayî ya rêxistina Stenbolê, bi dirûşma “Niha li Stenbolê dem dema HDPê ye” lidar xist.

Di kongreyê de daxwaza çareseriya pirsa Kurd, hilweşandina doza girtina HDPê, azadkirina girtiyên siyasî, rewşa krîza aborî û avakirina tifaqeke berfireh ya aştî û demokrasiyê hatin rojevê.

Mithat Sancar, Hevserokê HDPê, dibêje, “Desthilata ku di pirsa Kurd de tundî, nîjadperestî û militarizmê zindî dike têk diçe. Lewra bi şerî tu desthilat li piyan namîne. Divê em li dijî şerî yekîtiyeke mezin ava bikin. Divê em di pirsa Kurd de li dijî polîtîkayên şerî derkevin û bi hev re çareseriya demokratîk biparêzin.”

Omer Ocalan, Parlamenterê HDPê, dibêje, “Êdî xebata ku li vî bajarî bê kirin bêhtir bêhna Kurdî û Kurdistanê jê were. Em her tim dibêjin, bajarê herî mezin ku Kurdistanî lê dijîn Stenbol e. Stenbol jî ji bo me Kurdistan e.”

Di encama dengdana 550 delegeyan de hevserok û rêveberiya nû ya rêxistina HDPê ya Stenbolê hat diyarkirin. Parlamenterê berê yê HDPê Ferhat Encu û Îlknur Birol wek hevserokên nû yên rêxistina Stenbolê hatin hilbijartin.  

Ferhat Encu, Hevserokê HDPê yê Rêxistina Stenbolê, diyar dike, “Ez bi rûmet û kêfxweş im. Kelecaneke mezin bi min re heye. Tabî ji Şirnex, ji Roboskiyê kesekî wek min ciwan di nav HDPê de heta vê astê hatibe, dide xuyakirin ku HDP ji nav gel rabûye. HDP li ser hestên gelan ava bûye. Hevserokatiya bo rêxistina Stenbolê bo min rûmet e.”

 


 

Hejmarek zêde serok û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî jî di kongreyê de amade bûn. Kongre li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê hat kirin û bi hezaran endam, rêveber û dengdêrên HDPyî ku li Stenbolê niştecih in beşdar bûn.

Menderes Yıldız, Hevserokê HDPê yê navçeya Gebzeya Kocaeliyê, dibêje, “Em li ser piyan in. Em bejna xwe natewînin. Li dijî vê sîstema qirêj em her tim li ser piyan in. Ez dixwazim gele Kurd yek be, xurt be, xebatkar be.”

Sebahat Uymaz, Dengdêra HDPê, dibêje, “Maşallah kongreya me pir mezin e, binêrin. Kongreya me çavê dijmin tirsandiye.”

Ruken Demir, Dengdêra HDPê, radigihîne, “Ez dixwazim xelkê me li ser piyan be. Hêviya me tim zindî ye. Rêya me dewam dike. Xwedê hez bike em ê biserkevin.”

Zeki Atmaca, Dengdêrê HDPê, diyar dike, “Ez nikarim debara xwe bikim. Em zaf ketine tengasiyê. Bihayê her tiştê bûye 4-5 qatî. TUIK dibêje enflasyon ji sedî 20 e, lê dema em diçin bazar û marketan emm dibînin ku enflasyon ne ji sedî 20 e, belkî ji sedî 200 be jî.”

HDP di karnameya xwe de girîngiyeke mezin dide bajarê Stenbolê ku 5 milyon nifûsa Kurdan lê heye.

 

Rudaw

Top