PKK rexneyên tund li HDPê dike
Endamê Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê KCKê Mistefa Karasu, derbarê encamên hilbijartinên 24ê Hizêranê gotarek nivîsand û rexne li HDPê kir.
Karasu got: Gellek rexne hene ku mirov li HDPê bike. HDP nekariye li dijî fişar û zordestiyan, têkoşîna pêwîst bike û xwe birêxistin bike.
Li gorî Karasu, di hişmendî û zimanê siyaseta HDPê de gellek kêmanî hene. Kurd ji HDPê nan û kar naxwazin. Kurd ji HDPê daxwaza xwedîlêderketina doza têkoşîna azadiyê dikin.
K24
