• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Tirkiyê êdî yên destdirêjî li jinan û zarokan bikin dê bên xesandin!

Li Tirkiyê êdî yên destdirêjî li jinan û zarokan bikin dê bên xesandin!
Hikûmeta Tirkiyê ragihand, ew kesên ku destdirêjî li jinan û zarokan bikin dê bên xadimkirin.

Piştî ku di heyama çend rojên borî de zarokek keç li gundekî Enqerê hat revandin û piştî destdirêjiyê hat kuştin, berdevkê hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag li ser cezakirina sûcdaran ragihand, bo cezakirina sûcdarên bi vî rengî dê qanûna xadimkirinê (xesandinê) were bicîhanîn.

Bekir Bozdag da zanîn, ew qanûn dê di demek kurt de were sererastkirin û were bicîhanîn.

Basnews
Top