• Tuesday, 17 February 2026
logo

EFRÎN – Di navbera du grûpên çekdar de şer derket

EFRÎN – Di navbera du grûpên çekdar de şer derket
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera du grûpên çekdar ên opozisyonê de şer û pevçûnên navxweyî derket.



Welatiyekî ji taxa Mehmûdiyê, li Efrînê, ragihand ku duh şer û pevçûn di navbera 2 hêzên çekdar ên opozisyonê de li vê taxa Efrînê, derketin.



Bi gotina welatiyê ji Efrînê, sedema sereke ya van şer û pevçûnana ew bû, ku agahdarî ji grûpekê ji wan re hatibû ku ji taxa Mehmûdiyê derkeve û here nahiyeya Şêrawa.



Piştî ku vê grûpê derketina xwe ji Mehmûdiyê red kir, şer û pevçûn di navbera wê û grûpeke din de derketin.



Şer û pevçûna wan herdu grûpan, heta berê sibeha îro yekşemê (01.07.2018), berdewam bû, lê ti zanyarî derbarê navên wan grûpan, yan jî ziyanên madî û canî de nehatine bidestxistin.

Rudaw
Top