Tirkiye ava Dîcleyê li ser Iraqê bi temamî qut dike
Hikûmeta Tirkiyê ev çend sal in ku ji bo çêkirina bendava Heskîfê, dest bi karên xwe kiribû û biryar e îro jî çemê Dîcle bi temamî bê qutkirin da ku bendava Heskîfê bê tijîkirin.
Hikûmeta Iraqê jî ji vê rewşê dilgiran e ku eger çemê Dîcle bê qutkirin, dê li gelek navçeyên Iraqê pirsgirêkên av û avdaniyê derbikevin û ziyanekî mezin bigihe çandiniya navçeyê.
Tevî hemû nerazîbûn û çalakiyan jî ku ev çend sal in berdewam in, hikûmeta Tirkiyê dest bi tijîkirina bendava Heskîfê dike ku ew navçe, navçeyekî dîrokî ye û dîroka wê vedigere 8 heya 10 hezar salan.
Rudaw
