Qaymeqamê Şêrwana Mezin: Çi tê serê me ji ber PKKê tê serê me!
Pêr firokeyên Tirkiyê devera Şêrwana Mezin ya bajarokê Mêrgesor yê Başûrê Kurdistanê dabûn ber bombeyan. Ji ber wê êrişê keçek 16 salî canê xwe ji dest dabû.
Qaymeqamê nahiya Şêrwana Mezin Kovan Serokanî li ser wê rûdanê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, firokeyan ji ber PKKê ew der bombebaran kirin. Jixwe her êrişek asmanî û bejahî ji aliyê Tirkiyê ve li vê herêma me çêbibe, ji ber PKKê ye, çi tê serê me ji ber PKKê tê serê me.
Kovan Serokanî her wiha gotiye, devera me ji 78 gundan pêk hatiye. Ji ber ku PKKê tenê di 18 gundan de jiyan heye, 60 gund vala û wêran in.
Qaymeqamê Şêrwana Mezin daye zanîn ku gelek caran daxwaz ji rayedarên Kurdistanê kirine, çareyekê ji wê rewşê re bibînin lê heta niha ti kesî bersiva wan nedaye.
Basnews
