• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê dîrokeke wê ya girîng û cihê şanaziyê heye

Gulan Media December 12, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê dîrokeke wê ya girîng û cihê şanaziyê heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 69emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, pîrozbahî li sekreter û endamên wê rêxistinê kir.

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat, “Bi boneya şêstûnehemîn salvegera damezirandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, pîrozbahiya germ li Sekreter û endamên Mekteba Sekreteriyetê û tevahiya jinên Kurdistanê dikim û Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê, dîrokeyeke wê ya girîng û cihê şanaziyê heye û yek ji destkeftên girîng ên xebata gelê Kurdistanê ye ku roleke wê ya diyar di berevaniya li mafên jinan de hebû, bi teybet di hişyarkirin û pêgehandina jinan di serdemên cuda de. Hêvîdar im di xebat û têkoşîna rêxistina xwe berdewam bin di xizmet û berevaniya li mafên jinan û pirsên niştimanî de.

 

K24

Top