Hengariya dest bi perwerde kirina pêşmerge dike
prosesa perwerde kirinê jiber Koronayê hatibû rawestandin.
Şandeke leşkerî ya Hengarî serdana wezareta pêşmerge kir.
Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê, îro şandeke bilind ya leşkerî û dîplomatîkî ya Hengarî serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û rayedarên din yên wezareta pêşmergiya civiyaye.
Di civînê de giftûgo li ser êrîşên dawî yên terorîstên DIŞIê, prosesa reforman nava hêzên pêşmerge û hevkariyên Hengariyayê bo hêzên pêşmerge hatiye kirin û şanda Hengarî diyar kiriye ku hevkarî û piştîvaniyên Hengariyayê bo hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna DIŞIê berdewam dibin û leşkerên Hengarî dubare dest bi prosesa perwerde kirina hêzên pêşmerge dikin ku jiber Koronayê hatibû rawestandin.
