HDP daxwaza rawestandina bidarvekirina Ramîn Penahî dike
HDP bi riya twîtira xwe ya fermî ragihand, divê dadgehkirina Ramîn Husên Penahî li gor pîvanên yasayî yên navnetewî were kirin û divê ew bikaribe digel parêzer û malbata xwe hevîdtinan bike.
HDPê nivîsî jî, divê di zûtirîn dem de biryara darvekirina Ramîn Penahî were rawestandin û pêvajoya dadgehkirina dadperwerane destpê bike.
Di meha Hezîrana 2017an de 4 Pêşmergeyên Şoreşgerên Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê ketin kemîneke supaya Pasdarên Îranê û di encama pevçûnan de 3 Pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Husên Penahî birîndar bûbû.
Berî 5 mehan jî, Îranê biryara bidarvekirina Pêşmergeyê Rojhilatê Kurdistanê Ramîn Husên Penahî dabû.
Ji bo Ramîn Penahî gelek rêxistinên xwecihî û navdewletî daxwaz ji Îranê dikin ku biryara bidarvekirinê rawestîne, lê ta niha Îran guh nedaye wan bang û daxwazan.
K24
