• Tuesday, 17 February 2026
logo

HIŞYARÎ - Ew nexweşî li Kurdistanê jî peyda bû!

HIŞYARÎ - Ew nexweşî li Kurdistanê jî peyda bû!
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku li cem nexweşekî êşa “taya bi xwîn” peyda bûye û ew nexweş di bin çavdêriya tendirustî de ye.



Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir got, ku li Kurdistanê yekemîn car li cem nexweşekî êşa taya bi xwîn hatiye dîtin.



Dr. Xalis Qadir got, ku ji bo rûbirûbûna vê nexweşiyê îro li Hewlêrê Komîsyona Bilind a Kontrolkirina Nexweşiyan bi serokatiya Wezîrê Tendirsutî û bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê û nûnerên Wezareta Çandiniyê civiyane.



Qadir da xuyakirin, ku niha rewşa wî nexweşî baş e û heta niha jî di bin çavdêriya pizîşkan de ye.



Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê da zanîn, ku metirsiya belavbûna vê nexweşiyê tenê di nav ajeldar û qasaban de heye.



Wezareta Tendirustî Herêma Kurdistanê jî ragihand, ku ji bo kontrolkirina nexweşiyê dê bûdceyeke taybet veqetînin. Herwiha piştrast dike, ku ev nexweşî belav nabe lê divê hemwelatî paqijiya xwe bigrin û ji ajelên nexweş dûr bisekinin.



Li başûrê Iraqê 2 kes miribûn



Heftiya borî Wezareta Tendirustî ya Iraqê ragihand, ku li parêzgeha Dîwaniye 2 kes ji ber nexweşiya taya bi xwîn can3e xwe ji dest dane.



Berdevkê Wezareta Tenirustî ya Iraqê Dr. Seyf Bedir got: “Cudahiya vê nexweşiyê ew e, ku germa û taya canê nexweş zêde dibe û ji laşê wan xwîn tê. Ev yek jî dibe sedema nexweşiya gurçikan û heta dibe mirinê.”

Rudaw
Top