• Tuesday, 17 February 2026
logo

13 endamên din yên DIŞIê hatin îdam kirin

13 endamên din yên DIŞIê hatin îdam kirin
prosesa darizandina endamên DIŞIê didome
Wezareta dadê bi fermî daxuyanî weşand.

Li gor daxuyaniyeke wezareta dad ya Îraqê, di çarçoveya prosesa darizandin û ceza kirina endamên DIŞIê yên ku li Îraqê xelk û leşker kuştine, 13 endamên din yên DIŞIê hatine îdamkirin.

Di daxuyaniya wezareta dadê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev 13 kes beriya niha li dadgehê hatine darizandin û li tawanên xwe mokir hatine û dadgehê jî biryara îdamkirinê bo wan derkiribû û ew bi fermana dadgehê hatine îdamkirin.
Top