Li Efrînê çekdaran 5 Kurd revandin
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 welatiyên Kurd ji Efrînê revandin ku Kurdên Êzidî jî di nava wan de hene.
Li gorî jêderên xwecihî çekdarên grûpa Feyleq El Şam ya ser bi Tirkiyê ve bi ser gundê Xezwiye yê girêdayî bajarokê Şêrawe yê Efrînê de girtin.
Li gor heman jêderan, çekdarên wê grûpê 5 welatiyên Kurd ku 2 ji wan Êzidî ne revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Welatiyên revandî hatine revandin: Zerdeşt Birîmo yê 33 salî, Celîl Birîmo yê 35 salî, Zînar Kêfo, Betal Kêfo û Silêman Mistefa
Herwiha ev her 5 welatiyên Kurd berî niha jî ji aliyê heman grûpê ve hatibûn revandin.
Di 9 rojan de 15 kes hatin revandin
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê berî çend rojan li ser binpêkirinên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê raportek belav kiribû.
Li gor wê raportê, li herêma Efrînê ji destpêkê heta 9ê mehê, wate di heyama 9 rojan de 15 kes ji navçeyên cuda yên wî bajarê Rojavayê Kurdistanê hatin revandin.
Dagirkirina Efrînê û binpêkirinên li dijî Kurdan
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.
Rudaw
