• Wednesday, 25 February 2026
logo

ENKSê binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

Gulan Media December 11, 2021 Nûçe
ENKSê binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

ENKSê di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de, kiryar û binpêkirinên çekdarên opozisyona Sûriyê li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê şermezar kir û daxwaza dadgehkirina tewanbaran kir.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bi boneya Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir û tê de binpêkirinên hêzên hikûmeta Sûriyê di mafê xelkê sivîl de, û kiryar û binpêkirinên çekdarên opozisyona Sûriyê, li Efrînê, Girê Spê û Serê Kaniyê, yên di derbarê mafên Kurdan de şermezar kir, û daxwaza rawestandina wan kiryaran û cezakirina tewanbaran dike.

Herweha ENKSê di daxuyaniya xwe de dibêje, ku ew careke din binpêkirinên dezgehên ser bi PYDê ve jî, ji nehiştina azadiya siyasî girtinê û birina zarokan şermezar kir û daxwaza rawestandina wan karan kir.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxwazê ji saziyên Neteweyên Yekbûyî û yên mafên mirovan jî dike, ku fişarê li rêjîma Sûriyê bikin, da ku girtiyên siyasî serbest werin berdan.

 

Rudaw

Top