• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Libnanê teqîneke mezin çê bû

Gulan Media December 11, 2021 Nûçe
Li   Libnanê teqîneke mezin çê bû

cebelxane di nava kempa penaberan de bûye.
Teqîn di nava kempeke penaberên Felestînê de çê bûye.

Li gor jêderên nûçeyan, duhê bişev li kempeke penaberên Felestînê li Libnanê teqîneke  mezin çê bûye.

Teqîn di nava cebelxaneyeke nava kempê de çê bûye.

Kempa han yaku navê xwe Burc Elşîmaliye, sala 1955an li nêzî bajarê Sur ya li başûrê Libnanê hatiye çêkirin û têde penaberên Felestînî hene.

Artêşa Libnanê jî piştî teqînê kempa han dorpêç kiriye.

Heta niha derbarê hijmara kuştî û birîndaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Top