• Tuesday, 17 February 2026
logo

HEWLÊR – Depoyeke mezin a çek û teqemeniyan teqiya

HEWLÊR – Depoyeke mezin a çek û teqemeniyan teqiya
Li paytext Hewlêrê, îro danê sibê depoyeke mezin a çek û teqemeniyan teqiya û di emcamê de ziyaneke mezin gihişte depoyê.



Îro (30-06-2018) li bajarokê bajarokê Behrike ya Hewlêrê, demjimêr 04:30ê sibê li depoyeke mezin a çek û teqemeniyan agir derket û teqîn pêk hat. Di encama vê bûyerê de zirar û ziyaneke mezin gihişte depoyê.



Ev sêyemîn car e, ku li Hewlêrê agir bi depoya çek û teqemeniyan digre.



Di Tebaxa 2017ê de li nêzîkî Firokexaneya Hewlêrê agir bi depoya çek û teqemeniyan girtibû. Teqînên li vê depoyê li piraniya taxên Hewlêrê hatibû bihîstin. Lê ti ziyaneke canî nebibû.



Herwiha par li kolana Newroz a Hewlêrê jî di depoyeke baregaha Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî de jî ji ber bilindbûna asta germê agir derketibû û di encamê de 3 pêşmerge birîndar bibûn.

Rudaw
Top