Keça Hozan Canê: Dayika min ji ber wan dîmenan hate girtin
Roja 24ê Hezîranê Hozan Canê li bajarê Edirne ya Tirkiyê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û roja 26ê Hezîranê jî bi tometa “Endamtiya rêxistina terorê” hatibû girtin.
Hozan Canê, ku hemwelatiya Almanyayê ye û navê wê yê rast Saîde Înac e, ji bo beşdarbûna kempînên HDPê hatibû Tirkiyê.
Parêzerê wê Hesen Tehsîn Kaya ji ajanseke almanî re ragihand, ku ji ber ku wêneyên Hozan Canê yên bi cilên leşkerî yên YPGê derketine, derbarê wê de biryara girtinê hatiye dayîn.
Kaya got: “Hozan Canê sala 2014ê li ser komkujiya DAIŞê ya Şingalê fîlmek çêkir. Di hinek beşên fîlmê de çek û cilên leşkerî hene. Herwiha hinek dîmenên YPG û PYDê jî hene. Lê weke ku Hozan Canê endamê wan rêxistinan be, dosye amade kirine.”
Keça Hozan Canê, Dîlan Ors jî da zanîn, ku dayika wê senaryoya fîlma “24emîn Fermana Şingalê” nivisiye û bi xwe jî tê de rol lîstiye.
Dîlan Ors got: “Dayika min di wê fîlmê de behsa zulm û zora li hember Kurdên Êzidî dike. Ti eleqeya wan wêne û dîmenan bi siyasetê ve nîne.”
Ors da zanîn, ku wê hemû dîmen û wêneyên wê fîlmê jî weke delîl ji parêzer re şandiye.
Dîlan Ors herwiha diyar kir, ku fîlma “74emîn Fermana Şingalê” di sala 2016ê de li Festîvala Fîlman a Cannesê , di sala 2017ê de li Festîvala Fîlman a Monaco Charity û herwiha di Festîvala Silêmaniyê de hatiye nimayîşkirin û li sînemayên Kolnê jî hatiye pêşandan.
Keça Hozan Canê da xuyakirin, ku ji bo berdana wê wan daxwaza alîkariyê ji Konsulxaneya Almanyayê li Tirkiyê jî kirine.
Rudaw
