Kavala û Demirtaş bersiva Erdogan dan
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û Karsaz û çalakvan, Osman Kavala ji girtîgehê bersiva gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dan, ku digot em biryarên Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê yên derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de nasnakin. Demirtaş got: “Ev biryar dê rojekê bên cîbicîkirin û eger ew roj hat, kesên ku ev biryar bi cih neanîne, dê li ser kursiya bertawanan rûnin.” Kavala jî dibêje: “Ez bi îdianameyên gelek xirab ên ku hatine çêkirin, li girtîgehê têm ragirtin. Ez li ser navê demokrasî û hiqûqê gelek xemgîn im.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Rayip Erdogan doh 8ê Kanûna 2021ê piştî vegera xwe ya ji Qeterê derbarê biryarên Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê yên derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de gotibû: “Em biryarên Yekitiya Ewropa ên derbarê, Demirtaş, Kavala û filan bêhvan de nas nakin. Em tune dihesîbînin. Ji bo me ev biryar tune ne. ”
Selahattin Demirtaş û Osman Kavala li ser vê yekê ji girtîgehê bersiva gotinên Erdogan dan.
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve bi sedemên siyasî li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye li ser van gotinên Recep Tayip Erdogan ji medyaya Tirkiyê re axivî û got: “Heta li Tirkiyê darazeke serbixwe nebe ku biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê û Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê cîbicî bike, ev biryar bi asanî nakevin warî cibicîkirinê. Lê ev biryar dê rojekê bên cîbicîkirin û eger ew roj hat kesên ku ev biryar bi cih neanîne dê li ser kursiya bertawanan rûnin.”
Di dema daxuyaniya Recep Tayip Edogan de cîgirê serokê polîtîkayên hiquqê yê Partiya Gel ya Komarî û Parlamenterê Çanakkaleyê yê wê partiyê Muharrem Erkek li girtîgehê serdana Osman Kavala kir ku ji sala 2017an ve ji ber `çalakiyên Parka Geziyê` li girtîgeha Silivri girtî ye.
Li gor ku Erkek dibêje Kavala ragihandiye: “Ez bi îdianameyên gelek xirab ên ku hatine çêkirin, li girtîgehê têm ragirtin. Ez li ser navê demokrasî û hiqûqê gelek xemgîn im.”
Muharrem Erkek jî piştî serdana Kavala rexne li gotinên Erdogan ên derbarê biryara Dadgeha Mafê Mirov a Ewropa de girtin û got: “Dibe ku hûn rexneyan li wan biryaran bigirin û wan biryaran neecibînin, lê hûn nikarin bibêjin em nasnakin. Em yek ji welatên damezrîner ên Konseya Ewropayê ne. Erdogan rêya xwe winda kiriye. Erdogan dixwaze bi vê yekê Tirkiyê ji Peymana Mafê Mirov a Ewropa, Konseya Ewropa û dewleta hiqûqê veqetîne.”
Desteya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derbarê Selahattin Demirtaş de ku ji 4ê Mijdara 2016an ve bi sedemên siyasî li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê girtî ye û Karsaz û Çalakvanê Tirk Osman Kavala ku ji sala 2017an ve ji ber `çalakiyên Parka Geziyê` li girtîgeha Silivri girtî ye biryara azadkirinê dabû.
Lê tevî vê yekê jî Tirkiyê di dema ku hatiye diyarkirin de ew biryar bicih neanî û Demirtaş û Kavala azad nekirin. Li ser vê yekê jî Desteya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ragihand ku wan derbarê Tirkiyê de proseya binpêkirinan daye destpêkirin.
Rudaw
