• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hêzên Amerîkî derbasî herêmên artêşa Sûriyê bûn

Gulan Media December 9, 2021 Nûçe
Hêzên Amerîkî derbasî herêmên artêşa Sûriyê bûn

Zirxpoşên Amerîkî li Dêre Zorê gihiştin navçeyên hikûmeta Sûriyê.

Yekem car e zirxpoşên hêzên Amerîkî digihin navçeyên hêzên Sûrî, li gundewarê rojavayê Dêre Zorê.

Girteyên vîdeoyî û zanyariyên ku hatine bidestxistin diyar dikin ku karwanekî hêzên Amerîkî û hêzên Hevpeymanan, bi zirîpoşên leşkerî derbasî navçeyên gundewarê rojavayê Dêre Zorê bûn, ku li jêr destê artêşa Sûrî û hêzên ser bi Îranê ne.

Ew yek di çarçoveya manorên leşkerî de ye, li nêzîkî bajarokê (Bîr Hisyan), li rojavayê Çemê Ferat, ku li aliyê rojhilatê Dêre Zorê jî, HSDê di wan manoran de beşdar e.

Çekên ku di wan manran de hatine bikaranîn, ji zirîpoşên leşkerî, mûşekên Taw û Mîlano pêk tên.

 

Rudaw

Top