Şêx Hiwêt: PKKê li Şingalê êrîşî baregeha asayîşa neteweyî ya Iraqê kiriye
Berdevkê Eşîrên Ereb Şêx Hiwêt ragihandiye, duhê roja çarşemê 08.12.2021ê çekdarên PKKê li Şingalê bi ser baregaha asayîşa neteweyî ya hikûmeta federal de girtine û destidrêjî kirine ser karmend û fermanberan û daxwazê ji Bexdayê dike PKKê ji Şingalê derbixe.
Berdevkê Eşîrên Ereb li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Şêx Hiwêt, ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragiahandiye: “Hêzeke çekdar a ser bi rêxistina terorîstî ya PKKê ku ji 10 otomobîlan pêkhatibû, bi ser baregeha asayîşa niştmanî li nahyeya şîmal ya ser bi navçeya Şingalê û destidirêjî kirine ser karmendan û amarên karebayî û kelûpelên din şikenandine û ji bilî wê jî jimareyeke otomobil jî têk şikandine.’’
Herwha Şêx Hiwêr daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye rêxistina PKKê û çekdarên wê ji Şingalê der bixe.
Sala borî roja înê 09.10.2020ê şanda Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Bexdayê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê li ser çend xalan rêkeftin û piştî azadkirina herêmekê Şingalê ji deste terorîstên çekdarên DAIŞê, PKK li herêmeke Şingalê bi cî bû.
Herwiha piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an PKK careke din bi awayekî neyasayî bi bahaneya parastina herêmên êzdî li dest danîn ser herêmên kurdên êzdî û ligel Heşdî Şabî rêgiriyê li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike,
Basnews
