• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Besreyê 100 bombe hatine dîzin

Gulan Media December 9, 2021 Nûçe
Li Besreyê 100 bombe hatine dîzin

hîn jî nayê zanîn kî anjî çi aliyek ev bombeyên han dizîne.
Metirsîdartirîn cureya bombeyanin û ji aliyê kesên nenas ve hatine dizîn.

Polîs Parêzgeha Besreyê belav kir ku, şeva derbasbûyî li vê bajarê 100 bombeyên hêşûyî yên ku di nava konteynerekê de bûne, hatine dizîn.

Polîs Besreyê diyar kiriye ku ev bombeyên han bo ji nav birinê hatibûn komkirin, lê duhê bi şev ji aliyê kesên nenas ve hatine dizîn.

Piştî bûyerê duhê bi şev li Besreyê rewşa awarte hatibû ragihandin û heta niha jî ev bombeyên han nediyarin.

Top