Erdogan: Em dê terorê bixin bin lingên xwe
Erdogan li Enqereyê axifî û got Arteşa Tirkiyeyê li Cerablus û Efrînê operasyonên serkeftî bi rê ve biriye û heta PKK were tinekirin dê şerê wan bi dijwarî berdewam bike.
Erdogan got: Arteşa me çi di operasyona Efrînê de çi jî, di operasyona Cerablûsê de serkeftî bû. Di dema pêşiya me de jî, têkoşîna me ya herî mezin dê şerê PKKyê be. Em dê terorê bixin bin lingên xwe û dawiya wê bînin da ko, milletê me aram be.
K24
