• Wednesday, 25 February 2026
logo

Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Kazimî hat aşkerekirin

Gulan Media December 8, 2021 Nûçe
Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Kazimî hat aşkerekirin

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8/12/2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şandek serbazî ya ligel wî kir.

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bixêrhatina Serokwezîrê Iraqê û şanda pê re kir, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê ji piştî serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê, geşepêdana rewşa aborî û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federalî de mane hate kirin.

Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê êrîşên vê dawiyê ya teroristên DAIŞê û girîngiya bihêztirkirina hewldan, karînan û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de hate kirin, ji bo bidawîkirina gef û metirsiyên DAIŞê.

 

K24

Top