Yekîtiya Ewropa 3 milyar euro dide Tirkiyê
Li gor berpirsekî payebilind ê Ewropî, Yekîtiya Ewropayê dê 3 milyar euro bide Tirkiyê daku li koçberên Sûrî yên li ba xwe xerc bike.
Li gor heman berpirsî, bi vêna Yekîtiya Ewropayê dixwaze peywendiyan di navbera xwe û Tirkiyê de xurt bike, eger hikûmeta Îtalya qedexeyê li ser dana wan her 3 milyar euroyan rake.
8ê Adara 2016ê Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li Brukselê li ser rûbirbûna koçberiya qaçax û bazirganiya mirovan gihiştin rêkeftinekê, 4ê Nîsana 2016ê rêkeftina navborî ji aliyê Tirkiyê ve ket warê cîbicîkirinê.
Di heman demê de divê Tirkiye li gor wê rêkeftinê koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li ba xwe vehewîne û rê nede ber bi Ewropayê ve biçin.
Rudaw
