Bi ferma serokê hikûmetê milyarek û 500 milyon dînar bo dibistanan hat terxankirin
Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî zêdetirî milyonek dolar bo dabînkirina pêdiviyên dibistanan hat terxankirin.
Wezareta perwerdeya Kurdistanê ragehandiye, bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê milyarek û 500 milyon dînar (zêdetirî milyonek dolar) bo dabînkirina pêdiviyên dibistanan yên mîna mask, kursî, laptop, sobe û çend tiştên din hatiye terxankirin.
Wezaretê daye zanîn jî, piştî dabînkirina pêdiviyan dê bi ser dibistanên seranserî Kurdistanê de were parvekirin.
