• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kurdên Kakeyî peyamek pêşkêşî raya giştî kirin

Kurdên Kakeyî peyamek pêşkêşî raya giştî kirin
behsa metirsî û êrîşên DIŞIê dikin
Duh pêncşem hijmareke zêde ji Kurdên Kakeyî yên şêniyên gundên derdorê Kerkûkê peyamek pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê, Îraq, NY û saziyên medenî yên civaka cîhanî kirin.

Kurdên Kakeyî di peyama xwe de diyar kirine ku gund û deverên wan bûne armanca êrîşên terorîstên DIŞIê û terorîstên DIŞIê bi awayekî hovane êrîşî ser deverên wan, mezarge û cêyên wan yên olî dikin.

Di beşeke din ya vê peyama han de hatiye nivîsandin ku terorîstên DIŞIê bi awayekî berdewam êrîşî ser dever û gundên Kakeyiyan dikin û welatiyên Kakeyî bi tawana qaşo kafir bûnê dikujin.

Kurdên Kakeyî herwiha daxwaza hevkariyê ji aliyê têkildar jî kirine.
Top