Lîlwa Ebdulla: HSDê li başûrê Hesekê 600 km kontrol kir
Berdevka operasyona Bahoza Cezîrê amaje bi operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk bo kontrolkirina deverên sînorî yên bi Iraqê re li parêzgeha Hesekê kir û got, hêzên wan bajarokê Deşîşe ji kontrola çekdarên DAIŞê derxistine.
Lîlwa Ebdulla got, ku bajarokê Deşîşe yek ji giringtirîn bingehên rêxistina teroristî ya DAIŞê li başûrê Hesekê bû.
Lîlwa Ebdulla herwiha da xuyakirin, ku tenê şervanên wan li meydanê şer dikin, û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tenê di êrîşên esmanî de alîkariya wan dikin.
Berdevka Operasyona Bahoza Cezîrê diyar kir, ku şervanên HSDê di berdewamiya operasyona xwe ya li dijî DAIŞê de, 600 kîlometrên çargoşe li başûrê rojhilatê Hesekê kontrol kirine.
Lîlwa Ebdula di derbarê rewşa deverên kontrolkirî de û çawaniya birêvebirina wan deveran ji aliyê HSDê ve jî destnîşan kir: “Hêzên me piştî ku navçeyan kontrol dikin, radestî encûmenên xwecehî dikin ku ew encûmen ji xelkên wan navçeyan pêk tên.”
Berdevka Operasyona Bahoza Cezîrê wiha axivî:
“Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk karîn bajarokê Deşêşe rizgar bikin, ku yek ji giringtirîn bingehên rêxistina teroristî ya DAIŞê bû li başûrê Hesekê.
Şervanên me bihtir ji 600 kilomitrên çarguşe ji vê navçeyê kontirol kirine. Giringiya vê bajarokê ewe ku li ser sînorê Sûriyê û Iraqê dikeve.
Hêzên Iraqî di operasyona kontirolkirina bajarokê û parastina sînor alîkarin, û hemahingî di navbera me de berdewame. Hêzên me navçeyan rizgar dikin û tevlî şer dibin û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi tenê bi êrîşên esmanî alîkariya me dikin, lê li meydanê bi tenê hêzên me hene.
Hêzên me piştî ku navçeyan kontrol dikin, radestî encûmenên xwecehî dikin ku ew encûmen ji xelkên wan navçeyan pêk tên.”
Rudaw
