Mehmûd Sengawî bi tundî êrişî Mela Bextiyar kir: Ti sûdeka te bo YNKê nebûye!
Duh li Silêmaniyê beşek ji pêşmerge û endamên qedîm yên YNKê hatin xelatkirin. Merasima xelatkirina wan pêşmerge û endaman ji aliyê berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ve hatibû organîzekirin.
Piştî wê merasimê, endamê polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî, ku di heman demê de serokê Komeleya Organên Qedîm yên YNKê ye jî, daxuyaniyek belav kir û bi tundî êrişî Mela Bextiyar kir.
Mehmûd Sengawî di daxuyaniyê de gotiye: “Ew karê ku duh Mela Bextiyar kir, bi temamî xelet e ji ber ku ew dixwaze bi wê yekê rêzên YNKê xirab bike. Jixwe her dem mijûlî têkdana rêz û refên YNKê bûye…!”
Sengawî daxwaz ji Mela Bextiyar kiriye dest ji wê “xirabkariya xwe” berde û gotiye: “Jixwe ti carî sûda te bo YNKê nebûye. Tu her dem behsa demokrasiyê dikî lê tu bi xwe jî pîvanên demokrasiyê binpê dikî…!”
Basnews
