Cardin êlên Erebî daxwaza vegera Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî dikin
Di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, Muzahim Hiwêt tekez kir, ku "Tiştê li Kerkûk, Daqûq, Xurmatû, Xaneqîn, Deşta Nînewa û rojavayê Dicle diqewime, karesateke mezin e".
Herwiha got: "Encamdana tawanên mezin, danana rêbendên wehmî û êrîşên çekdarên girûpa DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, bitaybetî li ser gundên Kurdî, em wek sizadana ji xelkê wan deveran re dibînin".
Hiwêt berpirsatiya têkçûna rewşa emnî li wan navçeyan xiste stiwê Hikûmeta Bexdayê û ew bi Hikûmeteke dem biserçû binav kir.
Herwiha Hiwêt got: Roj biroj navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê tên sizadan û êrîşên çekdarên DAIŞê li ser wan navçeyan zêde dibin. Lê êlên wan navçeyan beramberî vê rewşê destgirtî namînin û emê bizavên xwe ji bo vegera hêzên Pêşmerge ji bo wan navçeyan zêde bikin, ji ber ku Pêşmerge roleke mezin di parastina wan navçeyan de lîstin û parastina tevahiya pêkhateyan dikirin".
K24
