Efrîn.. Grûpên çekdar serê gencekî 16 salî dibirin
Jêderekî ji gundê Birc Ebdalo ji K24ê re ragihand, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve ji berî hefteyekê gencê Kurd Kemal Elî yê 16 salî ji nava zeviyê wî li gundê Birc Ebdalo revandibûn. Îro jî termê wî gencî li nava zeviyê wî kuştî hate dîtin.
Wî jêderî da zanîn, serê Kemal Elî hatibû birîn û termê wî bi awayekî hatibû şêwandan ku nîşan wê yekê dide ew genc ji berî çend rojan ve hatiye kuştin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji roja 18 Adara bûrî ve derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ta niha bi sedan xort û keçên Efrînî tên girtin û revandin û rastî eşkenceyê tên.
Ev ne cara yekem e grûpên çekdar welatiyên Efrînê direvînin û di bin eşkenceyê de dikujin. Roja 12ê vê mehê jî Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê Ehmed Mihemed Şêxo ji aliyê grûpên çekdar ve hatibû revandin û ji encama eşkenceyê jî wî canê xwe jidest dabû.
K24
