Pervin Buldan: Suleyman Soylu gef li min xwarin
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan civîneke rojnamevaniyê li dar xist û encamên hilbijartinên 24ê Hezîranê nirxandin.
Buldan eşkere kir ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu telefonî wê kiriye û gef lê xwarine.
Buldan wiha axivî: “Soylu ji înfaza welatiyê li Bazîda Agiriyê partiya me tohmetbar dije. Partiya me ya ku zêdetirî 6 milyonan deng wergirtiye dê tawanbariyêên wiha qet qebûl neke. Nayê qebûlkirin ku Soylu li hevserokê partiyekê bigere û gefan lê bixwe. Pêwist e her kes hedê xwe bizanibe. Bia Soylu jî hedê xwe bizanibe. Weke wezîrê navxweyî heta îro tiştên ku pewist e pêk bîne nekiriye. Tenê bi HDPê re dilebike. Bûyerek heye ku em giş şermezar dikin. Soylu ji dêvla ku biçe berpirsyaran bibîne, partiya me tawanbar dike. Em van tawankariyên wî îadeyî wî dikin.”
Waar.tv
