MSD: Me gefên Tirkiyê yên li ser Rojava gihand Amerîkayê
Nûnera MSDê Sînem Mihemed li Washingtonê ragihand ku wan bandora gefên Tirkiyê bo ser navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê gihandiye Amerîkayê.
Nûnera Encumena Sûriyeya Demokratîk (MSDê) Sînem Mihemed li Washingtonê ragihand ku wan bandora gefên Tirkiyê bo ser navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê gihandiye cêgirê nûnerê Amerîkayê yê nû bo Sûriyê Matthew Perl û yê berê David Brownchtain ku ligel wan li ofîsa nûneratiya MSDê civiya bûn.
Sînem Mihemed tekez kir ku bersiva Amerîkiyan ew bû, ew qet wan gefan qebûl nakin û Amerîka ligel aramiya navçeyê ye. Herwiha di civînê de, Matthew Perl pêdagirî li ser piştîvaniya aborî bo Rêveberiya Xweser kiriye, bi taybetî bo wan navçeyên ji ber DAIŞê zerar dîtine.
Biryar e berpirsê Amerîkî yê nû di dawiya vê mehê de bigihê bakurê rojhilatê Sûriyê û ligel berpirs û aliyên Kurdî bo diyaloga Kurdî-Kurdî bicive.
