Li Xurmatû 8 cenaze hatin dîtin
Berdevkê nexweşxaneya bajarê Xurmatû Şivan Ebdul ji televîzyona K24 re gotiye, duhî 8 cenaze bo nexweşxanê hatin veguhestin.
Şivan Ebdul daye zanîn, cenaze yên wan kesan in ku çend roj berê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û DAIŞê gefa kuştina wan xwaribû.
Berdevkê nexweşxaneya Xurmatû daye xuyakirin ku ew revandî beriya bên kuştin, dest û piyên wan hatine jêkirin paşê hatine kuştin û gotiye, ewên ku di vîdeoyê de dihatin dîtin, 6 kes bûn. 2 cenazeyên din jî di nav wan kuştiyan de hene. Lê nasnameya wan hîn nehatiye zanîn.
Roja 23 vê mehê, çekdarên DAIŞê di vîdeoyekê de hikûmeta Iraqê tehdîd kiribûn ku eger di nav 3 rojan de razî nebe pevguhertinê bi wan re bike, ew kesên ku di destê wan de ne, dê hemiyan bikujin. Ew kesên ku di destê wan de jî bûn, hemû polîs û çekdarên Heşda Şeibî bûn.
Basnews
