Serok li gel komîteya nû ya Serokatiya diyasporaya Kurdî civiya
Serok Barzanî daxwaz kir peyama aştîxwazane ya gelê Kurd bigehînin cîhanê.
Serok Barzanî pîrozbayî li komîteya nû ya Serokatiyê kir.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya komîteya nû ya Serokatiya diyasporaya Kurdî û fedrasiyonên endam di konfedrasiyona diyasporaya Kurdî kir.
Di destpêka civînê de Serok Barzanî jiber kongreyê û hilbijatina komîteya nû pîrozbayî li şanda mêwan kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest bo rêkxistin û zêdetir kirina hemahengî û hevbeşî di navbera diyasporaya Kurdî de.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku doza netewî ya gelê Kurdistanê li serveya tevahiya berejwendiyên hizbî û kesane û hizb û partiyên siyasî jî tenê amûrin bo xizmet kirina armanceke mezintir.
Serok Barzanî herwiha tekez li ser peyama aştîxwazane ya gelê Kurdistanê kir û daxwaz kir daku konfedrasiyona diyasporaya Kurdî bibe sedemeke bibandor bo nasandina genocide û zilimên ku derheq gelê Kurdistanê de hatine kirin.
Serok Barzanî herwiha balkêşande ser dîroka têkoşîna rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê û îradeya gelê Kurd ya bo parastina hebûna xwe û berevanî kirin ji maf û nasnameya xwe ya netewî û têkoşîna dijî zordariyê.
Serok Barzanî herwiha spasiya diyasporaya Kurdî kir ku hertim piştîvanê daxwazên reva yên gelê Kurd di her qonaxekê de bûne.
