• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr pêşwazî li Konsulê Misirê dike

Serokwezîr pêşwazî li Konsulê Misirê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 27.06.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Tamir Elmilîcî Konsulê Misirê li Herêma Kurdistanê kir û pê re civiya.

Serokwezîr pîrozbahî li Elmilîcî kir ku ev demeke weke Konsulê Komara Misira Erebî li Herêma Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya saziyên peywendîdarên hikûmtê ji bona serxistina karên wî nîşan da.

Konsulê Misirê jî kêfxweşiya xwe nîşan da ku li Herêma Kurdistanê dest bi wezîfeya xwe ya nû kiriye û hêvî xwest ku ew bikaribe têkeliyên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bixe.

Her du aliyan behsa têkeliyên dîrokiyên navbera Herêma Kurdistan û Misirê û çawaniya zêdetir pêşxistina wan têkeliyan bi taybetî di warê rewşenbîrî, bazirganî û aborî û aramiya herêmê bi giştî kirin.

Serokwezîr got ku asoyeke zelal heye ku rewşa Herêma Kurdistanê ber bi başî diçe bi awayekî ku kompaniyên misirî û welatên din jî dikarin berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û di warên cuda de sermayerazandinê bikin.

Pirosesa siyasî li Îraqê, encamên hilbijaertinên Parlamentoya Îraqê û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqa Federal hin mijarên din yên civînê bûn û Nêçîrvan Barzanî helwesta Herêma Kurdistanê diyar kir ku dê ji bona pêşdebirina pirosesa siyasî li Îraqê alîkar be.


Top