• Tuesday, 17 February 2026
logo

Trump serkevtina Erdogan pîroz kir

Trump serkevtina Erdogan pîroz kir
Serokê Amerîka Donald Trump, bi riya telefonê, serketina serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di hilbijartinan de pîroz kir.

Navenda Ragihandina Serokatiya Tirkiyê belav kiriye, ku di pêwendiya telefonê de, herdu aliyan behsa pêwendî û hevkariyên serbazî yên Tirkiye û Amerîka û giringiya pêşxistina wan hevkariyan kirin.

Heman navendê diyar kir, ku di wê pêwendiyê de jî, mijara Minbicê, bicîkirina nexşerêya Amerîkî-Tirkî û têkoşîna hevbeş ya li dijî terorê hat behskirin.

Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan, di hilbijartinên 24ê Hizêranê de, careke din wek serokê Tirkiyê hat hilbijartin û bi wê yekê ew dibe yekem serokê Tirkiyê ku bi sîstema nû desthilatdariyê dike.

K24
Top