• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Erdogan dike

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Erdogan dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi boneya serkeftina di hilbijartinan de, peyameke pîrozbahiyê ji Receb Teyb Erdogan re dişîne û tê de pîrozbahiyê li Erdogan û patiya wî û hemû partiyên di hilbijartinan de serketine dike.

Teksta peyama pîrozbahiyê

Birêz RecebTeyb Erdogan

Serokomara Tirkiyeyê

Bi boneya serkeftina we yên birêz ji bo posta serokomariya Tirkiyeyê di sîstemeke nû de û serkeftina partiya we, Partiya Dad û Geşepêdanê, di hilbijartineke mezin de ku rêjeyeke gelek bilind dengerên Tirkiyeyê beşdarî tê de kir, pîrozbahiyê li we û partiya we û hemû partiyên din yên di hilbijartinan de serketine dikim.

Di serdema we de, têkeliyên Komara Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê pêşketinên gelek mezin dîtin, wê yekê jî bandoreke gelek baş li ser aramî û pêşkeftina xelkî hebû û ji bon deverê jî mînakek gelek giring bû. Em weke, Herêma Kurdistanê, bi vê boneyê, careke din xwesteke xwe ya ji bona dirêjîdan bi pêşxistina têkeliyan nîşan didin,

Pêdagiriya we, di gotara we ya serkeftinê de, li ser bihêzkirina karkirina ji bona nehêlana hemû awayên cudahiyan, hêjayî wê yekê ye ku hemû pêştevaniyê lê bikin. Di serdema we de gelek qedexeyên nedadperwerî ji hole hatin rakirin, em hêvîdar in niha jî careke din hemû alî ji bona bicîkirina aşitiyê hevkariya we yên birêz bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam piştevaniya hemû xebatên ji bona çareseriya hemû pirsgirêkan bi aştiyane li deverên dike.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Hrêma Kurdistanê
26.06.2018
Top