• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serhed Qadir: Hêza ku naha li Kerkûkê ne hêza hemû netew û pêkhateyan e!

Serhed Qadir: Hêza ku naha li Kerkûkê ne hêza hemû netew û pêkhateyan e!
Rêveberê rewa yê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê ragehand, ew hêza ku naha li Kerkûkê xwedê girawî xelkê diparêze hêza hemû netew û pêkhateyan nîne.

Emîd Serhed Qadir ji daxuyaniyek da û ragehand, pêwîste kurd ji bo rewşa Kerkûkê yek helwêst bin û demeke tevgera DAIŞê li sînorê Kerkûkê pir zêde bûye. Bi taybet li bajarokê derdora Kerkûkê ev yek wisa ye. Herwaha DAIŞ roj bi roj zêde dibe û hewldanên dijminên kurd hene û vê tevgera DAIŞê jî dixwazin jê sûd werbigrin û bo armancên xwe yên siyasî û ereb kirina gundên kurdan ku wek naha pêktê li sînorê bajarokê Daquqê û gundên birayên me yên Kakeyiyan û Talabanî û her sê gundên Heftexwarê vê yekê dikin. DAIŞ bi xwasteka xwe çalakiyan dike û xelkê sivîl şehîd dike û direvîne.

Serhed Qadir got, naha bi rêkeftin û bi bername ew gundên kurdan ên li sînorê Daquqê, hêzên Iraqê xwe vekêşandine û xelkê navçeyê jî bi aşkerayî berevaniyê ji bo li xwe û erdê bav û bapîrên xwe bike qedexeye çekên wan hebe. Herwaha gundên derdora Kerkûkê bi qasê dema rejîma Beis şop û nîşaneyên ereb kirinê tê de diyar in û ew hêza ku xwedê girawî naha li Kerkûkê ye ku xelkê biparêze ne hêza hemû netew û pêkhateyan e.

Basnews
Top