• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr bi şandeyeke Yekêtiya Ewropayê re gavên pêkanîna hikûmeta nû nirxandin

Serokwezîr bi şandeyeke Yekêtiya Ewropayê re gavên pêkanîna hikûmeta nû nirxandin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 26.06.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ramon Blecua Balyozê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de her du aliyan behsa wan kelem û astengyan yên li pêşiya danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqk hene û çewaniya nehêlana wan astengiyan kir. Her du alî hevfikir bûn ku divê lez li çareserkirina pirsgirêkan bê kirin û danûstandinên pêkanîna kabîneya ya ya hikûmeta Îraqê dest pê bikin û rola aktîv ya aliyên kurdistanî di danûstanên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de bi pêwîstî hat zanîn.

Hevkariyên Yekêtiya Ewropayê yên di warê mirovî û pêşdebirina saziyên hikûmetê li Herêma Kurdistanê di civînê de haitn gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî hevkarî û alîkariyên Yekêtiya Ewropayê yên di warê aborî, bazirganî û sîstema bankayan ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê bi giring wesif kir.

Zêdetir pêşvebirina têkeliyên navbera welatên Yekêtiya Ewropayê û saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû waran de, mijarek din ya civînê bû.
Top