Bombeyek li Kerkûkê teqiya
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, bombeyek li bajarê Kerkûkê teqiya û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê got, bombeyek li taxa Xirnata li nêzîkî westgeha benzîna Bakur ku cihekî giştî û qerebalix e teqiya.
Li gor zanyariyên ketine destê peyamnêrê me, bombe di nava tankerekê de hatibû danîn û di encama teqînê de, hejmarek welatî birîndar bûn û ziyan gihîşt xanî û dukanên derdorê.
Destnîşan kir jî, Rêveberiya Polîsa Kerkûkê dest bi lêkolînê derbarê wê teqînê de kiriye.
K24
