• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê bersiva Beşar Esad da!

Rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê bersiva Beşar Esad da!
Hevserokê Desteya Karûbarên Derve ya rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê Ebdulkerîm Omer bersiva serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad da.

Berî naha serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad di hevpeyvîneke li gel kanala NTV ya Rûsî de bê ku nav bîne gef li YPGê kirin û ragehand, eger bi aştî navçeyên di destê xwe de radest nekin, artêşa rejîma Sûriyê wê bihêz leşkerî ve li bakurê Sûriyê li ser çekdarên YPGê de biçe û navçeyên di bin kontrola wan de ji wan bistîne.

Hevserokê Desteya Karûbarên Derve ya rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê Ebdulkerîm Omer ji K24ê re ragehand, rêveberî di bin serpereştiya rasterast a hêzên Amerîkayê de ye.

Ebdulkerîm Omer got, ew amadene bo guftûgoyan û herwaha li hember gefa Esad a ku dê bihêza leşkerî ve li ser çekdarên wan de biçin û ji dest wan derxin jî red kir.

Piştî vekêşîna hêzên ser bi rejîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê PYDê bi rêya YPGê ve, ku baskeke PKKê yê Rojavayê Kurdistanê ye, dest li ser wî beşê Kurdistanê de girt.

Basnews
Top